Sponserê DAIŞ’ê li Enbarê hat girtin

Duh Istixbaratên leşkerî yên Iraqî, girtina serçeteyekî DAIŞ’ê li Enbarê, ragihand.

Istixbaratên leşkerî yên girêdayî artêşa Iraqê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev operasyon bi hevkarî û agahdarkirina di navbera gelek pergalên ewlehiyê de pêk hat.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ev serçeteyê DAIŞ’ê, erkê sponserê sereke yê ”Waliyê Biyabanê” hildigirt.

Îna borî jî, wezareta Hindirîn a Iraqê, girtina ”Wezîrê Çandiniyê” yê DAIŞ’ê li Enbarê ragihandibû.

Çeteyekî DAIŞ’ê li Kerkûkê hat girtin

Îro Wezareta Karên Hindir a Iraqê derbarê girtina çeteyekî li parêzgeha Kerkûkê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di encama mikurhatina çeteyekî ku berê hatibû girtin, Istixbarata Iraqê karî ku çeteyekî DAIŞ’ê li Kerkûkê bigire.

Hat zanîn ku çete di nava girûpa bi navê “Eşbal El-Xîlafa” de bû.

Çeteyê ku hatî girtin li xwe mikur hat ku ew di sala 2017’an de êrîş li dijî hêzên ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê pêk anîbûn.

Back to top button