6 Leşkerên Fransî li Maliyê birîndar bûn

6 Leşkerên Fransî li maliyê di encama êrîşekê de hatin birîndarkirin. 

Wezareta Parastinê ya Fransî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li dijî paregeheke wan yên li herêma Cûrma li Maliyê, êrîşek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji ber êrîşê 6 leşkerên wan hatin birîndarkirin.

Birîndar ji bo nexweşxaniyê hatin rakirin û 3 leşker rewşa wan giranbû rakirin nexwşxaneya li Fransayê.

Heftiya borî jî Fransa ragihandibû ku 5 leşkerên wan li heman herêmê di teqîna erebeyekê de, hatibûn kuştin.

Back to top button