Pelosi banga çalakkirina madeya 25 a vederkirina Trump kir

Piştî êrîşa li ser avahiya Kongressê, bang û hewlên vederkirina Donald Trump berî bidawîbûna wîlayeta wî, zêde dibin. Seroka Encumena Parlamenan Nancy Pelosi careke din gefa lêpirsînê li serokê Amerîkayê Donald Trump xwar, “eger di cih de isfîfaya xwe pêşkêş neke”. 

Nancy Pelosi bang li endaman kir ku reşnivîsekê bo çalakkirina maddeya 25’an a destûrê amade bikin.

Maddeya 25’an, serokê Amerîkayê veder dike û desthilatê vediguhêze cîgirê wî, eger hew bikare bi erkên xwe rabe.

Ji bo çalakkirina maddeyê; divê cîgirê serok Mike Pence û piraniya hikûmetê ragihînin ku Trump hew dikare erkên serokatiyê bi cih bîne.

Li ser vê yekê, Mike Pence da xuyakirin ku ne dûr e maddeya 25’an were bikaranîn, “eger gava xwe zêde biavêje.”

Lê li aliyekî din, Serokê gelemperiyê yê Senatoyê Mitch McConnell bi bîrnameyekê komarparêzên Encumenê agahdar kiriye ku heta Trump ji desthilatê dernekeve; ti darizandin dê pêk neyê.

Back to top button