Li Yemenê, ji ber êrîşên hêzên Hûsî, 8 kes hatin kuştin û 24 birîndar bûn.
Hêzên Hûsî ev çend roj in devera Hîma ya li parêzgeha Te’iz a li başûr rojavayê Yemenê dorpêç dikin û malên şêniyan topbaran dikin.
Navenda Te’iz a Mafnasiyê diyar kir ku Hûsî bi tank û panzeran, pêngaveke leşkerî li dijî devera Hîma ya Te’izê pêk tînin û bi tundî gundên deverê topbaran dikin.
Navendê destnîşan kir ku Hûsiyan bi ser 63 malan de girt û 45 welatî ji malên wan revandin.
Ji ber topbaranê 5 mal bi temamî hatin rûxandin û 3 mal jî ji aliyê çekdarên Hûsî ve hatin şewitandin.
Navenda Te’iz a mafnasiyê bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser destwerdanê bikin û binpêkirinên Hûsiyan rawestînin.