Çalakiya konvedanê di roja xwe ya 40’î de ye

Çalakiya konvedanê ya civaka Êzidî, li dijî peymana dagirkirina Şengalê, di roja 40’î de dewam dike.

Çalakiya konvedanê ku bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatibû destpêkirin, ji aliyê meclis û saziyên Şengalê di roja xwe ya 40’an de, berdewam dike.

Xelkên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ji bo çalakiyê tînin ziman.

Endama Meclîsa Jinan Emîne Hecî diyar kir ku, hebûna civaka Êzidî bi hebûna asayşa wan e, her wiha da zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên, çalakî dê berdewam bikin.

Back to top button