Kongra Star li Şamê civînek li dar xist

Li Şamê, bi boneya salvegera 8`emîn a şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez civînek hat lidarxistin.

Kongreya Star li taxa Zorava ya Şamê bi vê boneyê û bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxê civînek li dar xist.

Di civînê de, komkujî hat şermezarkirin û behsa têkoşîna her sê jinên şoreşger û hevkariya hêzên navneteweyî di şehadeta wan a li Parîsê, hate kirin.

Kongra Star diyar kir ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên kompkujiyê wê têkoşîna xwe bilind bikin.

Civîn bi nîşandana sînevîzyonek li ser jiyana her sê jinên şoreşger bi dawî bû.

Back to top button