Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîn û Girê Spî yên dagirkirine, di deh rojên dawî de 18 sivîl revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî, bi raporekê ragihand ku li Efrîn û Girê Spî 3 jin, 4 zarok bi giştî 18 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.
Li gorî daneyên navendê yên binpêkirina mafên mirovan wiha ye:
“1’ê Çileyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek, 2’ê Çileyê li navçeya Raco kesek,
3’ê Çileyê li navçeya Cindirêsê 4 kesên ji heman malbatê,
li taxa Mehmûdiye ya Efrînê jî 4 kes ji heman malbatê,
7’ê Çileyê li Cindirêsê kesekî 41 salî,
8’ê Çileyê li Cindirêsê sivîlek hatin revandin.
Li Girê Spî jî 6’ê Çileyê 2 jê jin 6 kes hatin revandin.”