Li Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab hêzên hikumta Şamê û çeteyên Tiriyê êrîşî hev kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab êrîşî hev kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku berbanga sibehê hêzên hikumetê û çeteyan li Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê bi muşekan êrîşî hev kirin.

Li Sehil El-Xab yê Hemayê jî, herdu aliyên nav borî deverên hev kirin armanc.

Navendê her wiha diyar kir ku hêzên hikumetê bajarkên El-Fitêra, Sifohin, Kensefera û hin nuqteyên din yên çeteyan li Qilêdîn El-Enkawî yên Hemayê topbaran kir.

Li gorî heman çavkaniyê, duh balafirên Rûsî li ser asîmanê gundewarên Laziqiyê difiran û li eniyên El-Kebana hin êrîşên asîmanî pêk anî.

Back to top button