Dagirkeran ji navçeya Raco 3 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe.
Dagirkeran ji navçeya Raco 3, ji gundê Firîrê yê Cindirêsê jî 9 sivîl revandin.
Li gel wê jî, çeteyan sê malên ku li Efrînê bi darê zorê desteserkirine firotin.

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a êrîşên li ser Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane didomînin.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku 5’ê Çileyê, li navçeay Raco, çeteyan sê şêniyên ji gundê Hesen revandin.

Çeteyan bi tawanên ne rast şêniyên bi navê Beşîr Hesen Hesen, Celal Sebrî Mihemed û Hisên Dewd Elî revandin.

Heya niha jî çarnûsa wan ne diyar in.

Dagirkeran gundê Firîrê dorpêç kir û 9 sivîl revandin

Beriya du rojan jî, çeteyan bi ser gundê Firîrê yê Cindirsê girt û gund dorpêç kir.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê diyar kir ku çeteyan mal û milkên şêniyan Talan kirin û 9 sivîl jî revandin.

Piştî talankirina malên şêniyan, çeteyan ji bo parvekirina tiştên ku dizîne, xwe bi xwe bi hev ketin.

Dagirkeran sê malên Efrîniyan desteser kirin û firotin

Li aliyê din, li Efrîna dagirkirî, sûcên çeteyan yên desteserkirin malên şêniyan bi darê zorê û firotina malan bi nirxekî erzan didomin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî diayr kir ku li taxa Zêdiyê yê Efrînê, çeteyekî ku mala şêniyê binavê Mihemde Hecî destser kiribû, bi 700 dolar firot.

Li heman taxê jî çeteyan mala şêniyê bi navê Arif Xazyana bi 750 dolar firotin

Li taxa Eşrefiyê jî, çeteyan mala şêniyê bi navê Mihemed Henan yê ji gandê Çê, bi 900 dolar firot.

Back to top button