ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊGUNDÊN NAVÇEYA ŞÊREWA YA EFRÎNÊ TOPBARAN KIRIN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku ji têkçûna hevalên xwe DAIŞ’ê hêrs bûne êrîşî gundên navçeya Şêrewa a Efrînê kirin.

Nûçegihanê ajansa Hewarê yê li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bircqas, Aqîbê û Soxankê yên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê topbaran kirin .

Li gorî Nûçegihanê ANHA’yê topbaran bi awayekî demkî didome.

Çeteyên artêşa tirk a dagirker beriya 2 rojan careke din jî êrîşî heman herêmê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button