Endonezya..Parçeyên balefira ketî ji nava deryayê hatin derxistin

Balafira ku li Endonezyayê ku 62 kes li nav bûn, kete nava deryayê.
Deryavanan beşek ji parçeyên balefirê li peravên Jakartaya paytext dîtin.
Tîmên rizgakirinê yên welat di nava seferberiyê de ne.
Weke ku ev jî bi têrê nekir ji ber barana zêde li Girava Cavayê 2 caran erd heziya û 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Her wiha gelek kes jî winda ne.

Roja Şemiyê, balafira şîrketa hewayî ya Endonezyayê Srîwîjara Aîr ji paytext Jakartayê diçû Pontîanakê, têkiliya pê re 5 deqe piştî rabû pê re qut bûbû.

Li Bendera Tanjung Priok ku dikeve bakurê Jakartaya paytexta Endonezyayê ji bo lêgerîna parçeyên balefir û rêwiyan xebatên xwe didomînin.

Li wê benderê cihek hatiye amadekirin ji bo ku termê kesên mirî û perçeyên firokeyê ku di encama xebatan de tên dîtin lê werin dayîn.

Berdevka polîsan Yûsrî Yûnûs diyar kir, ku wan sibeha Yekşemê eşya û parçeyên cesedan ên rêwiyan dîtine.

Hate ragihandin ku karê polîsan ê ji bo tespîtkirina nasnameya termên hatine dîtin, dewam dike.

Têkildarî sedemên ketina balefirê hîn agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Piştî ku balafir winda bû, li herêmê karê lêgerînê yê berfireh dest pê kir.

10 keştî û helîkpterên şer ên artêşê li gel noqvanan tevlî karê lêgerînê bûn.

Di balafirê de 10 jê zarok derdora 50 rêwî û 12 personel hebûn.

Rayedaran diyar kirin ku kesên di balafirê de hemû ji Endonezyayê bûn.

Herî dawî cihê balefirê hatibû zanîn.

Li girava Cavayê ji ber erd heziya 11 kes mirin

Hîna Endoneziyan birîna xwe nepêçayî vê carê ji ber barana zêde li Girava Cavayê ya du caran erd heziya.

Di encama vê de, 11 kes mirin û 18 jî birîndar bûn.

Têkildarî jimara windahiyan jî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji ber barana zêde li bajarê Sûmedang a 150 kîlometre li rojhilatê Cakartayê ye, her der di bin lehiya heriyê de ma.

Di pêla duyemîn de şêniyên bajêr û komeke rizgariyê di bin axê de man.

Berdevkê Rewşa Awarte Senî Wûlandarî diyar kir ku 11 kes mirine û ji ber pêla duyemîn hê jî gelek kesên hatibûn alîkariyê jî di bin axê de ne.

Back to top button