Akademiya Ş.Emgîhan Cûdî ji bo malbatên şehîdan hatiye vekirin. Xwendekaran derbarê vekirina akademiyê hestên xwe wiha anî ziman û gotin; Ev akedemiya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan ji me re vekiriye, cihê kêfxweşiyê ye û ji bo me derfetek herî mezin e.
Di 27’ê Mijdara 2020’an de Meclîsa Malbatên Şehîdan Akedemiyeke bi navê Şehîd Emgîhan Cûdî, vekir.
Akedemî ji bo zarok, xwişk, bira û hevjînên pakrewanan hatiye vekirin.
Di hundir akademiyê de perwerde li ser sê zimanan Kurdî, Erebî, Îngilizî û fêrbûna kompîturê tê dayin.
Kesên ku heta niha navên wan hatine tomarkirin hejmara wan zêdeyî 150 xwendekarî/ê ye.
Zarokên pakrewanan ên ku tên qebûlkirin temenê wan ji 16 heta 35 salî ye.
Armanca Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê ya vekirina akademiyê ew e ku malbatên şehîdan yê herêmê, asta wan a xwendinê bilintir bikin, da ku cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de bigirin.
Ev xwendekar wê heta 6 mehan di perwerdeya ziman re derbas bibin.
Piştî 6 mehan wê xwendekar bawernameyan bistînin, ev bawername jî li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pejirandin.
Cara yekemîn akademiyeke wiha li herêmê tê vekirin û dikeve xizmeta malbat û zarokên pakrewanan.