Iraq..Careke din xwepêşandanên nerazîbûnê dijî hikûmetê destpê kirin

Bi navnîşana “Kesên tirsonek azadiyê çênakin” careke din xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgeha Zî Qarê ya Iraqê li dijî hikûmetê destpê kirin.

Li parêzgeha Zîqar ya dikeve başûrê Iraqê, piştî mehekê ser rawestandina xwepêşandanan, careke din xwepêşandan destpê kirin.

Xwepêşanderan îro di saetên sibehê de hin rê li parêzgehê bi dolabên şewitî girtin û dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşanderan binçavkirina aktivîstan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve şermezar kirin.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûn rû dan û gule hatin bikaranîn.

Hat ragihandin ku endamekî ewlehiyê bi guleya endamekî din dema li xwepêşanderan direşand hat kuştin.

Back to top button