Li Tirkiyê 97 jinên rojnameger hatine binçavkirin, 51 jî hatine girtin

Li Tirkiyê di vê salê de 97 jinên rojnameger hatine binçavkirin, 51 jî hatine girtin. Seroka Şaxa Stenbolê ya TGS’ê Ayşe Banu Tuna, diyar kir ku zexta li ser xebatkarên medyayê bi girtîgehê bi sînor namîne, bi êrîşên fizîkî çavên xebatkarên çapemeniyê ditirsînin.

10’ê Çileyê Roja Rojnamegeran li cihê pîrozkirinê, bûye roja têkoşînê.

Pejrandina Zagona Çapemeniyê ya Hejmar 212 ku 1961’ê de ku mafê rojnamevanan diparêze li Tirkiyê bi hêsanî nebû.

Tirkiyê ji wan welatên ku li ser roja rojnamegeriyê îmzekiriye, lê ew bi xwe ji nava welatên ku herî zêde binpêkirina mafê derbirîn û çapemeniyê lê pêk tê ye.

Bi belavbûna vîrusa Coronayê re rojnameger li nexweşxane û kolanan bi metirsiyê re rûbirû bûn.

Gelek rojnameyan buroyên xwe girtin, li malan xebitîn.

Li Tirkiyê rojnameger ji ber gotin û nivîsên xwe tên girtin.

Kedkarên çapemeniyê ji azadiya xwe dûr dimînin, civak jî nikare agahiyên rast hîn bibe.

Heya niha 70 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine girtin.

Li gorî rapora Rojnamevanên sînornenas, Tirkiye di nava lîsteya azadiya çapemeniyê ku 180 welat tê de ne di rêza 154’an de ye.

Rêjeya jinên girtî yên rojnameger li gorî tevahî rojnamegerên girtî di 2019’an de ji sedî 35 zêde bûye.

Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê, ragihand ku 2020’an li tevahî cîhanê ji 700’î zêdetir jinên rojnameger rastî tundiyê hatine.

Koalîsyonê diyar kirin ku tenê 2020’an de ji 701’ê zêdetir faktorên tundiyê derxistiye holê.

138 jinên rojnameger dema li derve xebitîne hatine astengkirin û rastî êrîşê hatine.

97 jinên rojnameger hatine binçavkirin, 51 jî hatine girtin.

3 rojnamegerên jin jî hatine kuştin.

Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamegeran Ayşe Banu Tuna diyar kir ku li Tirkiyê rêjeya xebatkarên çapemeniyê yên jin li gorî mêran pir kêm e.

Ayşe destnîşan kir ku di 10 salên dawiyê de li ser xebatkarên çapemeniyê zext zêde bûne ev yek tenê bi girtîgehan bi sînor nemaye, xwediyên medyayê bûne alîgir, bi dozan xwestine rojnamegeran bêzar bikin, bi êrîşên fizîkî çavên xebatkarên çapemeniyê tirsandine.

Back to top button