Li Şehbayê navenda Lêkolînên Jineolojî hat vekirin

Komîteya Jinolojî ya Efrîn û Şehbayê, Navenda Lêkolînên Jinolojî li navçeya Fafîn a Şehbayê vekirin. 

Komîteya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê navenda xwe ya Lêkolînên Jineolojî, vekirin.

Navend li navçeya Fafîn a Şehbayê bi tevlîbûna Endam û Rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat vekirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen, her sê jinên têkoşer ku di komkujiya Parîsê de hatin şehîdxistin bi bîranîn.

Endama Koordînasyona Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Hediya Yûsif jî bal kişand ser girîngiya vekirina navendê.

Her wiha Endama Komîteya Jinolojî ya Efrînê, Zahîde Memo jî diyar kir ku li Efrînê ev navend hatibû vekirin û xebata xwe dida meşandin, lê ji ber koçberî û êrîşan kar hat rawestandin.

Zehîde got:

Me pêwîstî bi vekirina navenda Jinolojî li Şehbayê dît, ji ber pirsgirêkên civakî bi rewşa koçberiyê re zêdetir dibe.

Piştre ji aliyê Koma Hîva ya Tevgera Kevana Zêrîn ya Efrînê ve stranên şoreşgeriyê hatin gotin.

Paşê deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Reşîd, Sûreya Hebeş ve hat vekirin.

Back to top button