
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê, bombebaran kir.
Li gorî agahiyên herêmî, duh di saetên şevê de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Xakurkê û yê Şekîf ên li herêma Biradostê, bombebaran kirin.
Lê ti agahî derbarê ziyanê êrîşê de, nehatin bidestxistin.
Her wiha hat diyarkirin ku liv û tevgera balafiran li ser herêmê, heye.