11 çeteyên Tirkiyê li Sehil El-Xab hatin kuştin

Di operasyonekê de, 11 çeteyên Tirkiyê li Sehil El-Xab a rojhilatî Hemayê, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan regihand ku artêşa hikumeta Şamê operasyonek li Sehil El-Xab li gundewarê Hemayê yê rojhilatî, pêk anî.

Di encamê de, herî kêm 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin.

Li aliyekî din, li devera qaşo “bêçek” rojane êrîş pêk tên, duh jî ji hêla hêzên hikûmetê ve hat armanckirin, lê ti agahî derbarê ziyanan de nehatin bidesrxistin.

Di encama êrîşeke DAIŞ’ê de 8 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin

Li çolistana başûrê Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek nû li dijî deverên hêzên hikumeta Şamê û alîgerên wê pêk anî.

Çavdêriyê Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama êrîşê de 8 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Back to top button