Serçeteyekî DAIŞ’ê li Enbarê hat girtin

Istixbarata leşkerî ya Iraqê, girtina serçeteyekî DAIŞ’ê, ragihand. 

Istixbarata leşkerî ya artêşa Iraqê ragihand, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, serçeteyekî DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê, hat girtin.

Li heman bajarî, 35 bombe ku ji teqînan re hatibû hazirkirin, bi operasyoneke cuda hatin desteserkirin.

Herî dawî jî, Wezareta Hundirîn a Iraqê, girtina ”Wezîrê Çandiniyê” yê DAIŞ’ê, ragihandibû.

Back to top button