Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê ji bo oxirkirina şervanê YPG’ê Mihemed El-Beşar (Elo Ebû Şêro) merasîmek li dar xist.
Merasîm li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê ku bi sedan şênî beşdar bûn hate lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê û Meclisa herêmê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina doz û parastina welat dan.
Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd radestî malbata wî kir.
Şêniyan, cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed El-Beşar bi diruşmeya “Şehîd Namirin” û tilîliyan spartin axê.