Li Sûriyê di 2020’an de nêzî 100 binpêkirinan li dijî rojnamevanan pêk hatin

Li Sûriyê di sala 2020an de nêzî 100 binpêkirin li dijî rojnamevanan ku piraniya wan li herêmên dagirkeriya Tirk ne, pêk hatin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bi raporekê ragihand ku:

“Tengavkirina çalakvan û rojnamevanan bi rêya pêngavên binçavkirinê û qedexekirina karên wan, li herêma Idlibê ku di rêza yekê de ye, herêmên hikûmeta Şamê, her wiha Efrîn, Izaz, Bab, Cerablus, Serê Kaniyê û Girê Spî pir li pêş in.”

Çavdêriyê da zanîn ku li herêmên cuda yên Sûriyê zêdeyî 98 binpêkirinên wekî lêpirsîn, revandin, binçavkirin û gefxwarina li dijî rojnamevanan pêk hatine.

Di raporê de, hat destnîşankirin ku li herêmên serweriya çeteyan nêzî 69 binpêkirin, li herêmê hikûmeta Şamê jî zêdeyî 25 binpêkirinan çêbûne.

Çavdêriya Sûrî her wiha nêzî 15 çalakî û hewldanên kuştinê ku sala 2020an li herêmên dagirkirî pêk hatine, belge kirin.

Back to top button