MÛRAT KARAYILAN: ÇALAKIYA LEYLA GUVEN BANG E.. DIVÊ TI KES VÊ BANGÊ BÊ BERSIV NEHÊLE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî rojevên heyî ji radyoya Dengê Welat re axivî.
Mûrat Karayilan hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin û çalakiya wan weke bûyerek ne hêsan û xwedî wateyeke dîrokî bi nav kir.
Karayilan şerê li dijî DAIŞ’ê jî nirxand û diyar kir heta ku AKP hebe DAÎŞ naqede.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser girîngî û êşkenceya li Îmraliyê jî ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Murad Karayilan hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û da zanîn ku berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven bûyereke hêsan û ji rêzê nîne, xwedî wateyeke mezin a dîrokî ye.

Karayilan tecrîdkirina Reber Ocalan weke ‘êşkenceya psî kolojîk û binpêkirina mafên mirovan’ binav kir û wiha got:

“Tecrîdkirina Rêber Apo ne tenê li Îmraliyê ye. Ev sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd tê meşandin.

Li dijî gelên Tirkiyê û herêmê hemûyan e. Li Tirkiyê faşîzm heye û ev faşîzm jî xwe dispêre tecrîdê.

Lewma berxwedana li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye, têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ye.

Rastî û cewhera berxwedanê ev e. Me nekarîbû vê rastiyê bi têrkerî ji raya giştî re vebêjin. Ev kêmasiya me ye.”

Karayilan destnîşan kir ku bi şikandina tecrîdê wê faşîzm hilweşe û wiha domand;

“Çalakî wê li zindanan berfirehtir bibe.

Pêwîste em lehengî, fedakarî û îradeya di şexsê berxwedêran de derketiye holê bê bersiv nehêlin.

Ya ku niha Leyla Guven dike, bang e.

Qêrînek e ku ji kûrahiya dîrokê, ji nava civakê tê. Kurd û Kurdistanî; divê ti kes vê bangê bê bersiv nehêle. ”

MÛRAT KARAYILAN:
DIVÊ LI EWROPAYÊ ÇALAKÎ GIRSEYÎ BIBIN Û TEVLÎBÛN ZÊDE BIBE

Murad Karayilan rexne li Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropayê kir û got, divê asta berxwedanê ji her alî ve bilind bikin.

“Bi rengekî vekirî bêjim; sekna li Ewropayê fêhm nakim.

Li Strasboûrgê 14 şoreşger di greva birçîbûnê de ne. Lê belê mîna ku çalakiyeke ji rêzê ye, tenê serdana wan tê kirin.

Ew jî dikarin bi 300-400 kesî dest bi çalakiyê bikin. Fêhm nakim bê çima dest pê nekirine.

Çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk.

Divê êdî girseyî bibe, tevlîbûn zêde bibe, kes li şûna xwe nesekine û lê temaşe neke.

Asta ku niha gihiştiye vê yekê li ser me ferz dike. Berxwedêran bi axaftinên xwe yên heta niha, bi helwesta xwe ispat kirin ku wê encamê bidestxistin.”

Leave a Reply

Back to top button