Komîteya Jinên Kedkar: Siyaseta Erdogan wê bi berxwedana jinan têk biçe

Komîteya Jinên Kedkar a girêdayî Yekîtiya Kedkaran a Tirbespiyê girtina Leyla Guven bi daxuyaniyekî şermezar kir.

Ji rêveberên Komîteya Jinên Kedkar Xewle Ebas Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan yên mîna kuştin, dîlgirtin û girtinê hatin şermezarkirin.

Hat gotin ku siyaseta hikumeta Erdogan dimeşîne wê bi vîna gel û bi taybet vîn û berxwedana jinan têk biçe.

Di daxuyaiya Komîteya Jinên Kedkar hat destnîşankirin ku girtina Leyla Guven binpêkirina azadî û mafên mirovan e.

Her wiha bang li civaka navnetewî hat kirin ku derbarê biryara girtina Leyla Guven de erkên xwe pêk bîne.

Back to top button