Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi Coronayê ketin û kesekî jî mir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku nexweşên vîrûsê 12 mêr û 13 jin in.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî baş bûne.

Bi van daneyên nû re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 252 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 284 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 163 kes jî baş bûne.

Back to top button