Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarên wê, civîna xwe ya yekemîn a dewra duyemîn li dar xist

Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, civîna xwe ya yekemîn ya dewra duyemîn li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê, bi beşdarbûna 80 endamên Meclisa Qanûnsaz, hate lidarxistin.

Di civînê de endamên dewra duyemîn sond xwar.

Piştre, der barê şêwaza xebata meclisê û rêziknameya wê de nîqaş hate kirin.

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî bersiva pirsên beşdaran da.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Atî jî, beşdarî civînê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewra yekemîn a Meclisa Qanûnsaz 4 salan dewam kir.

Back to top button