Navenda Jineolojî li Silêmaniyê panêlek di bin navê ‘Dîtina jineolojiyê û ezmûna jinên hunermend’ ji bo jinên hunermend li dar xist.
Navenda Jineolojî li Silêmaniyê ji bo çar hunermendên jin yên bi navê Xende Hemîd, Zehra Dogan, Rojgar Mehmûd û Nîgha Aksel di bin navê ‘Dîtina Jineolojiyê û ezmûna jinên hunermend’ panelek li dar xist.
Di destpêka panelê de belgefîlmek derbarê kar û xebatên jineolojiyê hate nîşandan.
Piştre hunermend Rojgar Mehmûd mijarek ya bi navê ‘huner wek rêyek’ ji beşdaran re pêşkêş kir û got:
Sala 2011’an dema li bajarê Silêmanî xwepêşandan dest pê kir, di nava xwepêşandanê de cihê jin û mêr ji hevudu cuda kiribûn.
Ji bo ku em vê hişmendiyê bişkînin me weke hunermendên jin gelek kar û xebat dan destpêkirin.
Di dewama panelê de hunermend Zehra Dogan jî mijarek pêşkêşkir û wiha behsa karên xwe yên hunerî kir:
Di beşa sêyemîn a panelê de Rojnemevan Nîgha Aksel jî mijarek bi navê ‘dîtina jineolojiyê ya ji bo hunerê’ pêşkêş kir.
Di dawiya panelê de beşdaran bi pirs û nêrînên xwe pêşkêşkirin û bi jinên hunermend re goftugo kirin.