ŞERÊ LI SÛRIYÊ LI BAKURÊ HEMAYÊ 18 LEŞKERÊN RÊJÎMÊ Û 32 ÇETEYÊN EL-NUSRA HATIN KUŞTIN

Şer navbera komên çete û hêzên rêjîma Sûrî vê dawiyê dijwartir bûne.
Bi taybetî li herêma navbera Heleb, Idlib, Hema û Lazqiyê.

Çavkaniyên ragihandinê diyar kirin ku çeteyên opozisyonê êrîşeke dijwar bi ser baregehên hêzên rêjîmê ve li Lazqiyê birin.

Li gundewarên bakurê Hemayê jî şerekî dijwar navbera çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin û hêzên rêjîmê de derket.

Di encamê de 18 leşkerên rêjîma Sûrî û 32 çeteyên Cebhet El-Nusra hatin kuştin.

Di vê der barê de ajansa nûçeyan a SANAyê ragihand ku komeke çete êrîşî herêma Cebel El-Qel’a  a li bakurê Lazqiyê kirin.

Ji xwe ev demeke dirêj e herêma navbera parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Lazqiyê şerên dijwar rû didin.

Leave a Reply

Back to top button