Perwîn Yusif: Hevserokatî yek ji destketiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye

Yek ji stunên sereke yên sîstema demokratîk a şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser sîstema hevserokatiyê ye.
Hevserokên jin diyar kirin ku hevserokatî yek ji destkeftiyên şoreşê ye û ti kes nikare hebûna jinan tune bike.

Pergala hevserokatiyê, hin aliyên ku qaşo banga demokrasiyê dikin tengezar dike.

Di nav de jî ENKS’ê ye, ya ku di hevdîtinên li gel Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd PYNK’ê de daxwaza rakirina vê pergalê kir.

Der barê vê yekê de hin hevserokên ku di qadên cuda de qala tecrûbeya xwe ya di vê pergalê de kirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif, diyarkirina çarenûsa kurdan û lidarxistina diyalogan kurdî-kurdî gaveke baş e dibîne.

Perwîn Yusif sîstema hevserokatiyê yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bi nav kir û piştrast kir ku rola jinan di sîstema hevserokatiyê de sedemeke sereke ya ku hişt Rêveberiya Xweser di sererastkirina civakê de û rizgarkirina ji hişmendiya desthilatdariyê re roleke pêşeng bilîze.

Perwîn Yusif: Divê daxwazên ENKS’ê li ser bingeha parastina destketiyan be

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, têkildarî daxwaza ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê wiha got:

“Nîqaş û daxwazên wan divê li ser bingeha parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin be, ne ku li ser bingeha rakirin û vegera pergala wekî beriya salên şoreşê be.”

Şermîn Şaqo: Tu kes nikare hebûna jinan tune bike

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo Şermîn Şaqo destnîşan kir ku ” ENKS`ê dixwaze jin vegere wekî berê û hemû destkeftiyên ku bidestxistine winda bike û ev hişmendî red kir û got:

Ger mêr û jin li kêleka hev kar bikin dê mafên her du aliyan werin parastin û dê xebat bi awayekî rêk û pêk bi rêve biçe.”

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Qamişlo eşkere kir ku daxwazên ENKS`ê û Tirkiyê yek in, ew jî tunekirina hebûna jina pêşeng e.

Back to top button