Demokrat ji bo Trump ji erk were durxistin wê pêşnûmeyekê pêşkêş bikin

Axaftin û sorkirina Donald Trump ya geşkirina hestên nîjadî bûye bela serê wî.
Demokratan ji bo Trump ji erk were girtin, ketin nava tevgerê.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Demokratan ve hatî amadekirin wê di Meclisa Nûneran de were nîqaşkirin.
Tevî vê yekê jî ji nava DYA bertekên li dijî Trump zêde dibin.

Ji bo girtina Serokê DYA Donald Trump ji kar, Partiya Demokrat dest bi pêvajoyeke fermî kiriye.

Demokrat wê pêşnûmeyekê ku li gorî madeya 25. a girtina Trump ji erk, pêşkêşî Cîgirê Serok Mike Pence bikin.

Li gorî nameya ku seroka Meclisa Nûneran Nancy Polesi ji encamên meclisê re şandî hatiye gotin,

ewê despêkê ji bo Pence madeya 25. pêk bîne, wê di meclisê de bêxe dengdanê.

Ger pêşnûme hate erêkirin, Pence neçare di nava 24 saetan de, biryarê bicih bîne.

Pelosi diyar kir ku ji bo parastina Destura Bingehîn û Demokrasiyê ew bi lezgînî ketine tevgerê ji ber ku Trump weke xeteriya herî mezin ya li pêşiya herdu xalan destnîşan kir.

Di civîna îro ya meclisê de, çav li biryara ku derbikeve ye.

Cîgirê Serok Mike Pence piştî mirina 5 kesan ya di serdegirtina avahiya Kongrê de, ji bo xwe û Trump navberek hiştibû.

Lê heta niha li ser dûrxistina Trump ya ji erk ti peyamek ne daye.

Ji bo pêvajoya fermî ya azîlê despê bike, di vê di Meclisa Nûneran de, derbarê Trump de doz were vekirin.

Piraniya zêde ya Meclisa Nuneran jî ji dengên Demokratan pêk tê.

Ji ber wê yekê tê pêşdîtin ku ev biryar bi awayekî hêsan di meclisê re derbas bibe.

Lê ji bo dûrxistina serok ji erkê wê, biryara dawî ji Senatoyê derdikeve.

Beriya niha jî Senato biyara azîl ya derbarê Trump de cara yekem red kiribû.

Ger hat û Trump ji erkê serokatiyê hate dûrkirin wê nekare careke din namzetiya xwe di hilbijartinê de dêne.

Schwarzenegger êrîşa li ser Capitol şiband êrîşa Nazi ya li dijî Yahûdiyan

Waliyê Berê yê California Arnold Schwarzenegger jî cihê xwe di nava kesên bertek nîşanî Trump dayî de girt.

Schwarzenegger di peyama li ser hesabê xwe yê twitterê weşandî de êrîşa li ser avahiya Capitolê şiband êrîşên Naziyên Alman yên 1938’an û ji bo Biden piştevanî xwest.

Back to top button