Kesên nenas êrişî mala rûspiyekî qebîleya El-Igêdat a li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir û ew û kurê wî kuştin.
Li gorî agahiyan, îro kesên nenas bi ser mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat a Dêrazorê şêx Telyûş Elafî El-Şetat de girt û ew tevî kurê wî yê bi navê Mehmûd kuştin.
Bûyer li gundê Hewaic Zêban ê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.
Hate zanîn ku Mehmûd di werşeyên girêdayî Daîreya Kehrebeyê ya Dêrazorê de dixebitî.
Li bajarokê Şihêl ciwanê bi navê Mehmûd Mihemed El-Ayid hat kuştin
Li bajarokê Şihêl ê dikeve rojhilatê Dêrazorê jî kesên nenas gule li ciwanê bi navê Mehmûd Mihemed El-Ayid reşandin, di encamê de hat kuştin.
Mehmûd El-Ayid ê ji gundê Ebû Herdûb û di Meclisa Bajarokê Şihêl de hevserokê berê yê komînekê bû.
Di Tebaxa borî de jî kesên nenas êrîşî erebeya sêxekî eşîra El-Igêdat şêx Îbrahîm Xelîl Cedian El-Hefel kiribû.
Di encamê de şêx Metşer Hemûd Cedian El-Hefel ku di heman erebeyê de bû, tevî ajokarê erebeyê hatibûn kuştin û şêx Îbrahîm El-Hefel jî birîndar bûbû.