
Li gel şerê rojane yên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li Idlibê, artêşa dewleta Tirk jî şandina çekan didomîne.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê ji deriyê Kerfer Losîn artêşa dewleta Tirk 15 maşîne û alavên leşkerî û lojîstîk derbasî Idlibê kirin.
Ev maşîne li baregehên wê yên li Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê hatin bicihkirin.
Li dervera qaşo “bêçek” û li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka agirbesta meha Adarê û heta niha zêdeyî 11 hezar maşîne û 10 hezar leşker hatine derbaskirin.