Li Iraqê 3 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li gel zêde-tevgera wan li Iraqê, operasyonên cuda li dijî şaneyên DAIŞ’ê, tên lidarxistin û 3 serçete hatin kuştin.. 

Balafirên Koalîsyona Navdewletî bi hevkariya artêşa Iraqê, êrîşeke asîmanî li başûrê parêzgeha Kerkukê pêk anî.Di encamê de, 3 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Istixbarata leşkerî ya artêşa Iraqê jî ragihand ku, di operasyoneke cuda de, 4 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbar, Selahedîn û Diyalayê hatin girtin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî jî, 2 leşkerên artêşê li bajarê Ba’qûba ya parêzgeha Diyalayê, hatin kuştin.

Her wiha girtîgeheke DAIŞ’ê li bakurî heman parêzgehê hat armanckirin û di encamê de girtîgeh bi giştî hat wêrankirin.

Back to top button