Tirkiye Lîbya veguherandiye derbasgeha çekan bo Afrîkayê

Dewleta Tirk di rêya Lîbyayê re çekan derbasî geleke welatên Afrîkayê dike. Nemaze dewletên ku terorîst li wan çalak dibin. Rayedarekî Lîbî Telal El-Mehyûb da xuyakirin ku, çek û cebilxaneya Tirkî bi temamî nayên bikaranîn, lewre beşekî wê derdikeve Afrîkayê. Saziya Silphium jî diyar kir ku, Tirkiye Lîbya kiriye derbasgeha çekan bo Afrîkayê.

Enqere, Lîbya kiriye derbasgeha çekan bo Afrîkayê..

Ji ber şer û hevrikiyên rûdayî, Tirkiyeya faşîst tevgera li gelek welatên cîhanê zêde kiriye. Nemaze li Sûrî, Iraq û çend dewletên Afrîkî ku bûne çavkaniyên avakirina çetegeriyê.

Daxuyaniyên Serokê Nîjeryayê Mihemed Buxarî der barê bandora çekên Tirkiyê yên li Lîbyayê de, tirs li bal gelek şarezayan çêkiriye ku ewlehiya dewletên Afrîkayî bi metirsiyê re rû bi rû were, eger cebilxaneya Tirkî bikeve destê komên terorîst.

Serokê Komîteya Berevanî û Ewlehiya Neteweyî ya Encumena Parlamenterên Lîbî Telal El-Mehyûb ji Rojnameya Şereq el-Ewset de da xuyakirin ku şandina Tirkiyê ya çekan bo hikûmeta Wîfaqê, di asteke metirsîdar de ye.

Telal El-Mehyûb anî ziman ku;

“Ne dûr e beşekî van çekan gihîştibe destê komên terorîs ên ku Qiloçê Afrîkî çalak dibin.”

NY di raporekê de diyar kiribû ku, 29 milyon çekên bêçavdêrî li Lîbyayê hene, hin di destên çekdaran de ne, hin jî li gel welatiyan in.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Saziya Silphium a Lêkolîn û Lêgerînan Cemal Şellûf destnîşan kir ku, Tirkiyê bi keysbazkirina lihevkirina digel Wîfaqê, Lîbya veguherandiye dewleteke derbaskirina çekan bo Parzemîna Afrîkayê.

Cemal Şellûf got:

“Tirkiye piştî îmzekirina lihevkirina agirbesta di navbera aliyên Lîbî de, 40 carî çek bi balafiran şandine herêmên çeteyên Wîfaqê.

Ne pêkan e ku Wîfaqê digel hebûna agirbestê, ev qas çek bi kar anîbin.

Ji ber vê yekê, dibêjim ku ev çek; gihîştine Sûrî, Mexriba Îslamî û welatên Afrîkî.”

Ji ber ku desthilata hin dewletên Afrîkî weke Nîjer, Çad, Malî û Burkîna Faso nikarin sînorên xwe biparêzin û hevrikiyên êl û nijadan dijîn, pêwîstiya wan bi çekan heye, ji ber vê yekê neçar dimînin ku xwe li çekên Tirkî yên li Lîbyayê bigirin.

Back to top button