Polîsên Tirk Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin kirin bin çavan

Osman Şiban ê ji helîkoptêr hatibû avêtin, di serdegirtina mala wî ya li Mêrsînê de hat binçavkirin.

Serdozgeriya dewleta Tirk a bajarê Wanê biryara binçavkirina Osman Şiban da.

Piştî biryara lêpirsînê, îro serê sibê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala Şiban a li navçeya Akdenîza Mêrsînê de girt û ew binçav kirin.

Paşê polîsan ew bi ambulansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.

Osman Şiban li malê dihat dermankirin.

Hat ragihandin, ku piştî kontrola tenduristiyê dê Şiban bibin Wanê.

Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11’ê Îloana 2020’an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û bi êşkenceyê re rû bi rû mabûn.

Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo dermankirin, biribûn mala wî ya li Mêrsînê.

Back to top button