2 leşkerên jin, li Efxanistanê di encama êrîşekê de hatin kuştin.
Duh li bajarê Mezar Şerîf ê Efganistanê, li dijî erebayeke leşkerên jin êrîşek
pêk hat.
Berdevkê Artêşa Efxanistanî Henîf Rezayî ragihand ku di encama êrîşê de, 2 leşkerên jin hatin kuştin û 3 jî hatin birîndarkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, hata niha ti aliyî ev êrîş negirtiye ser xwe.
Li Efxanistanê û bi taybet li paytexta wê Kabolê, teqîn û êrîş zêde bûne û hema bi awayekî rojane bûyerên terorîstî pêk tên.