YE: Dewlemenkirina Uranyomê geşedaneke metirsîdar e

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiya Hevbeş a Ewropayê da xuyakirin ku dewlemenkirina Îran a Uranyomê li destgeha Fordoyê, geşedaneke metirsîdar û binpêkirineke peymana nuklerî ye.

YE da zanîn ku, gava Îranê, astengî li ber hewldanên dîplomatîk ên vegerandina DYA li peymana nuklerî, zêde kiriye.

Weke bertek, berdevkê Rêxistina Enerijiya Atomî ya Îranî Behroz Kemalwendî destnîşan kir ku;

“Divê stasyona wan a nuklerî hebe û bi xwe sotemeniyê hilberînin, lewre ew ê nehêlin kes li pêşiya bernameya wan a nuklerî bibe kelem.”

Jixwe ber niha û piştî gefa dewlemendkirina Uranyomê ji rêjeya 20% heta rêjeya 90%, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî banga nehiştina pêkhatina vê gavê kiribû.

Back to top button