BI HEZARAN ÇETE Û MALBATÊN WAN XWE RADESTÎ ŞERVANÊN QSD’Ê DIKIN

Qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê didome.
Li kêleka radestkirina çete û malbatên wan, şervanên QSD’ê şervanên xwe jî ji destê DAIŞ’ê rizgar dikin.
Herî dawî şervanan 5 hevreyên xwe yên Erka xweparstinê rizgar kirin.
Her wiha îro bi hezaran çete û malbatên wan xwe radest dikin.

Şervanên QSD’ê ji sê milan ve koşeya ku DAIŞ tê de asê maye, dorpêç kirine.

Li vî gundî hejmareke mezin a çeteyan heye, lê çeteyên ku nema dikarîn li hemberî şervanan destên xwe hildan u xwe radestî wan dikin.

Bi hezaran çete û malbatên wan , xwe radestî şervanan kir , piraniya van çeteyan jî biyanî ne.

Hejmareke mezin ji jinên DAIŞ’î ji 46 welatên biyanî ne û xwe weke kadroyên DAIŞ’ê nîşan didin.

Li gorî ku nûçeghanên me ragihandin ku , ev jin di nava DAIŞ’ê de xwedî erk bûn û ev malbat jî ji neçarî xwe radest kirin .

Evqas jin bi hevjînê xwe re hatin xapandin û berê xwe da bûn nava DAIŞ’ê lê hindek jî bi daxwaz û îradeya xwe û hişmendiya xwe tevli DAIŞ’ê bûne.

Ji fermandarên pêngavê Gelhat Kobanê li ser radestkirina malbatên çeteyan ev agahî da.

5 ŞERVANÊN ERKA XWEPARSTINÊ JI DAIŞ’Ê HATIN RIZGARKIRIN

Li aliyekî din jî, şervan ji bo rizgarkirina hevreyên xwe ji destê DAIŞ’ê di nava têkoşînê de ne.

Herî dawî Hêzên Taybet ên QSD’ê bi çalakiyeke bi bandor 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve esîr hatibûn girtin, rizgar kirin.

Li gorî çavakniyên ji herêmê, wê di demeke nêz de navên wan werin eşkerekirin.

Leave a Reply

Back to top button