Çalakiya konvedanê di roja xwe ya 42’an de ye

Çalakiya xelkên Şengalê ya li dijî planên li ser Şengalê, di roja xwe ya 42’an de berdewam dike.

Çalakiya xelkên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê ku bi dirûşma “Em hemû Asayiş in” hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 42’an de ye.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê li pêşiya Navenda Asayişê hatiye vedan, dikin.

Şengaliyan diyar kir ku heya daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe ranewestînin.

Back to top button