Yûnanistan biniyet e sînorê xwe yê deryayî fireh bike

Yûnanistanê ragihand ku ew bi-niyet e rûpîvana ava xwe ya herêmî li dirêjahiya beravên xwe yên rojavayî fireh bike.

Berdevkê hikûmeta Yûnanî ragihand ku vê hefteyê wê parlamena Yûnanistanê projeqanûneke dîrokî nîqaş bike.

Li gorî qanûna deryayî ya NY, ji mafê wê ye ku heta 12 mîlan jî sînorê xwe fireh bike.

Li aliyekî din, Atînayê diyar kir ku wan ti vexwendin ji bo dewamkirina danûstandinan bi Tirkiyê re wernegirtiye.

Back to top button