Serokê Encumena Parlamenteran a Lîbî Uqeyla Salih ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî û leşkerî, diçe Fransayê.
Li gorî Nivîsgeha Serokê Parlamenê, serdana Salih dê ji bo nîqaşkirina destwerdanên derve û bandora wan li pêvajoya siyasî ya Lîbî be.
Her wiha dosyaya çeteyên Tirkiyê û pêkanîna agirbestê, dê mijarine sereke yên serdanê bin.
Duh jî, Misir û Fransayê di civîna Qhîreyê de pêwîstiya têkbirina tundrewiya li Lîbya û serastkirina aloziya li wir nîqaş kiribûn.