Hêzên Asayîşê nasnameya 4 endamên xwe yên li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şehîdan eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
4 endamên me li parêzgeha Dêrazorê dema ku parastina ax û gelê xwe dikir, şehîd bûbûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin ku emê li ser rêya şehîdan parastina ax û gelê xwe bikin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nav û Paşnav: Farûq El-Hebîl
Navê Bav: Mehmûd
Navê Dayikê: Yaşe
Dîroka Şehadetê: 07.01.2021, El-Secir
Nav û Paşnav: Elî Ebd
Navê Bav: Hisên
Navê Dayikê: Sebha
Dîroka Şehadetê: 08.01.2021, El-Zixîr
Nav û Paşnav: Abdulkerîm El-Xelîf
Navê Bav: Eto
Navê Dayikê: Emîra
Dîroka Şehadetê: 09.01.2021, El-Secir
Nav û Paşnav: Mihemed El-Hilo
Navê Bav: Luqman
Navê Dayikê: Bedriyê
Dîroka Şehadetê: 09.01.2021, El-Ezbe