Dagirkeran du sivîl ji navçeyên Raco û Bilbilê revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin.
Dagirkeran li navçeyên Raco û Bilbilê du sivlî revandin, li gundê Qîdarê yê Efrînê jî 200 darên zeytûnê birîn.
Li gel wê çeteyan li navçeya Mabata 100 dolar bac li xwedî dikanan fez kirin. 

Bi nêzîkbûna salvaegera 3. a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, sûcên wan yên hovane li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Duh, Li gundê Gewanda yê navçeya Racoyê, çeteyan şêniyê bi navê Şêxmûs Mistkelo (40) revand.

Çeteyan Mistkelo li pêşiya malbata wî bi giranî êşkence kir û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Meha Kanuna derbas bûyî jî, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Sefer Reşo (35) yê ji gundê Hesen Dêra yê Bilbilê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî da zanîn ku çeteyan bi biheneyên ne rast Reşo bavê 5 zarokan li ser riya Efrîn -Ezaz revandibû.

Dagirkeran li Şiyê ji bo girtina sivîlekî 7 kes ji malbata wî revandin

26’ê meha Mijdarê jî, çeteyan şêniyê bi navê Mîkaîl Şêxo Hemîd yê ji gundê Senarê yê Şiyê revand.

Çeteyan ji bo berdan Mîkeîl 13 hezar dolar fidye jê standin.

Çeteyan piştî berdan Mîkaîl hewl dan ku çerek din ew birevînin, lê ew ji Efrînê derketibû.

Rêxsitinê diyar kir ku ji bo zextê li wî bikin da ku xwe radstî çeteyan bike, meha Kanuna derbasbûyî , çeteyan di nav de 5 jin 7 kes ji malbata wî revandin, û heya niha çarenûsa kesên revandî ne diyar in.

Çeteyan li Efrînê 200 darên zeytûnê birîn

Li aliyê di, li ser riya Kefer Şîlê – Efrînê çeteyan 200 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Hesen Hesen birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan zedeyî 500 hezar dar li Efrînê birîne.

Çeteyan linavçeya mabata 100 dolar li ser xwedî dikanan ferz kirin

Li navçeya Mabata jî, çeteyên dewleta Trik a dagirker li ser xwediyên dikanan 100 dolar bac ferz kirin.

Çavdêriya Şûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku bi bihaneya danîna Kameriyan, çeteyan bac ferz kir.

Back to top button