Aldar Xelîl: Niha xebatên yekîtiyê sekinîne

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ji ber nûnerê Amerîka yê li herêmê ne amade ye lewra jî xebatên yekîtiyê sekinîne.
Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji bo êrîşên li dijî herêmê li hev kirine û got, mînaka wê jî êrîşên li ser Eyn Îsa û tevliheviya li Qamişlo ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl sedema seknandina xebatên yekîtiyê yên di navbera PYNK û ENKS’ê weke ne amade bûna nûnerê Amerîka li herêmê nîşan da.

Aldar Xelîl îşaret bi hin sedemên din ên rawestandina xebatên yekîtiyê jî kir û wiha got:

“ENKS’ê xwest Peymana Rêveberiya Xweser a Demokratîk biguherîne, ev yek jî neyê qebûlkirin.

Xwest perwerdeya bi zimanê zikmakî asteng bike û sîstema hevserokatiyê rakin.

Jixwe neteweya demokratîk girîng nabînin û paşguh dikin.

ENKS dixwaze bêyî hilbijartinan bibin nîviyê xwediyê rêveberiyê. Lewma niha guftûgo sekinîne.”

Xelîl destnîşan kir ku pêşmergeyên Roj ya rastî pêşmerge nînin, bi destê dewleta Tirk bûne çete, Lewma ne pêkane li Rojava bibin hêza leşerî û nayên qebûlkirin.

Aldar Xelîl: Tirkiye û hikumeta Şamê li dijî herêmê li hev kirine

Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji bo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û got:

“Bi vî awayî dixwaze Rêveberiya Xweser tengav bike.

Em xwedî agahî ne ku di vî warî de li hev kirine.

Di nava vê meseleyê de ne tenê dewleta Tirk, Rûsya, hikumeta Şamê, Îran û Amerîka jî hene.

Lê planên wan ên li Eyn Îsa, Til Temir û Qamişloyê ber bi binketinê ve diçin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl teqezî li ser derxistina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê kir û bang li gel kir ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike.

Back to top button