Wezîrê berê yê Karên Derve yê dewleta Tirk Yaşar Yakiş der barê siyasetên şaş ên dewleta Tirk li Sûriyê axivî.
Yakiş ji ajansa Rûsî Novosti re axivî û got ku der barê aloziya Sûrî, dewleta Tirk gelek şaştî kirin.
Yakiş wiha got:
“Hemû siyasetên Tirkiyê li ser bingeha ku wê serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed di demeke nêz de ji serokatiyê derkeve.”
Wezîrê Tirk got ku nirxandina bi vî awayî şaş bû û bandora wê jî niha li ser Tirkiyê giran e.
Yakiş bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk ji komên çete re û wiha got:
“Tirkiyê çek û cebilxane dida komên çete û wisa bû korîdora derbaskirina çek û çeteyan ber bi Sûriyê ve.”
Wezîrê berê yê Karên Derve Yaşar Yakiş got ku tevî gelek rapor û agahiyên medyaya cîhanî yên di vê der barê de, dewleta Tirk li xwe mikur nedihat.