Ayşe Gokkan: Jinên Kurd di warê yekîtiyê de, bi xwe bawer in

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derbarê avakirina yekîtiya kurdan de axivî û diyar kir ku kurd divê sûdê ji tecrubeyên berê bigirin û got, “Yekîtiya kurdan, azadiya kurdan e.”

Li Başûrê Kurdistana, hevkariya PDK’ê û Tirkiyê Ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê, li herêma Zînî Wertê, Garê û Metînayê bicihkirina hêzên leşkerî û peymana Şengalê, li hemberî yekîtiya neteweyî wekî zirareke mezin tê nirxandin.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, destnîşan kir ku yekîtî dê bibe azadiya kurdan.

Ayşe, destnîşan kir ku bi pêşengiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke jinê pêk hatiye, lê ev şoreş bi êrîşan re rû bi rû ye.

Ayşe, bilêv kir ku têkoşîna hêz û jinên kurd a li dijî DAIŞ’ê, ji bo hêzên kurdan peyama “yekîtiyê” da

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan herî dawî banga avakirina yekîtiyê kir û got:

Em TJA, bang dikin; Ji bo Kurdistan bi yek be, em yekîtiya xwe pêk bînin. Yekîtiya kurdan, azadiya kurdan e. Em jinên kurd her tim bi vê mîsyonê tevdigerin. Bila kurd hemû bibihîsin ku, jinên kurd di warê yekîtiyê de bi xwe bawer in.”

Back to top button