KNK’ê ji bo girtiyên rojhilatê Kurdistanê banga lezgîn li saziyên mafê mirov kir

KNK’ê ji bo girtiyên li Rojhilatê Kurdistanê banga lezgîn li saziyên mafê mirovan kir.

Duh Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di rojên dawî de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê jî ji bo pêşîlêgirtina bidarvekirin û êşkencekirina kesên hatine girtin daxwaznameyek ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY, Parlementoya Ewropa, Rêxistina Hevkariya Îslamî û gelek rêxistinên din ên mafên mirovan re şand.

KNK’ê di daxwaznameya xwe de banga destwerdana lezgîn li saziyan dike û diyar dike 11 kesên hatine binçavkirin aqûbeta wan nayê zanîn.

KNK’ê diyar kir ji ber siyaseta rejima Îranê ya li dijî Kurdan, metirsiya bidarvekirin, êşkence û windakirina kesên girtî heye.

Îro jî Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir hejmara kesên hatine girtin gihiştiye 20 kesan.

Têkildarî sedema binçavkirinê ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Back to top button