Enqere hewil dide têkliyên xwe yên bi YE re xweş bike

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji bo têkiliyên xwe yên YE’yê re xweş bike 21’ê Çile wê serdana Brûkselê bike.
Erdogan jî xwe feqîr kir û daxwaza piştevaniyê kir.

Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Karûbarê Derve yê YE Josep Borrell ragihand, bi mebesta xweşkirina têkiliyên Tirkiyê yên bi YE’yê re Çavûşoglu wê serdana Brûkselê bike.

Piştî vê daxuyaniyê îro Serokomarê Tirk Erdogan li Qesra Çankayayê bi balyozên Enqereyê yên dewletên YE re civiya.

Erdogan diyar kir bi YEyê re ew amade ne ku bi nêrîneke dûr û dirêj rojeveke erênî pêkbînin û têkiliyên xwe carekedin xurt bikin.

Serokomarê Tirkiyê yê xwe belengaz kirî bang li balyozan kir û wiha got,

Li Brukselê û paytextan em dixwazin ji bo di pêwendiyên YE û Tirkiyê de rûpeleke nû vebe piştgiriyê bikin.

Back to top button