Tahran têkildarî kuştina Fexrîzade ji bo 4 kesan “bultena sor” pêşniyar kir

Îran ji ber kuştina zanyarê Nukleerî Mihsin Fexrîzade, bi hinceta ku têkliya wan bi bûyerê re heye têkildarî 4 kesan, ji Interpolê daxwaza derxistina “bultena sor” kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendevanan (ISNA), Berdevkê Teşkîlata Polîs a Îranê (NACA) Mehdî Haciyan li paytext Tahranê, têkildarî lêpirsîna kuştina Fexrîzade agahî da.

Haciyan dazanîn ku wan li ser 4 faîlên ku destê wan di kuştina Fexrîzade de heyî ji Interpolê daxwaza derxistina bultena sor kirine.

Heciyan li ser 4 kesên mijara gotinê ti agahî parvenekir û diyar kir ku derbarê kuştina Qasim Suleymanî de jî ew dosyayekê amade dikin û ji bo wê jî wê daxwaza derxistina bultena sor ji Interpolê bikin.

8’ê Kanûna 2020’an Alîkarê Taybet yê Wezîrê Berpirsê Têkliyên Navnetewî yê Meclisa Îranê Huseyîn Emîr Abdulahiyan ragihandibû wan têkildarî kuştina Fexrîzade çend kesên berpirsyar girtine.

Muhsîn Fexrîzade yê weke bavê bernameya nukleerî ya Îranê dihat naskirin, 27’ê Mijdara 2020’an li navçeya Demavend ya Tehranê hatibû kuştin.

Back to top button