WHO: Li Japonya vîrûsê mutasyon derbas kir

Vîrûsa Corona bi înate ku xwe dirojevê de bihêle.
Her demekê ku êdî vîrûs weke rojekeve sar lê tê, ji nişka ve li ser wê agahiyên nû belav dibin.
Vîrûsa Corona ku bi şêwazê xwe yê nû Îngilistan ji hev xistî, vê carê berê xwe daye Japonya.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku Tokyo li ser şêwazek nû yê vîrûsê ew agehdar kirine.

Direktorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus li navenda xwe ya Cenevre bi vîdeo konfransê civîneke çapemeniyê lidarxist.

Ghebreyesus dazanîn ku wê roja pêncşemê zanyarên rêxistinê ji bo lêkolînkirina şêwazê derketina vîrûsê biçin Çînê.

Ghebreyesus spasiya zanyarên Awusturalya, Danîmarka, Almanya, Kenya, Japonya, Holanda, Qeter, Rûsya, Sûdan, Îngilistan, DYA, Vîetnam û Çînê yên ku wê beşdarî xebatan bibin kir.

Ghebreyesus bang li hikumeta Çînê kir ku bi hempîşeyên wî re bibe alîkar.

Beriya niha hatibû gotin, wê zanyar 5 Çileyê berê xwe daban Çînê, lê rêveberiya Pekînê ji bo vê yekê astengî derxistibû.

Yekşemê Japonya ragihandibû ku vîrûsa Corona ya ku mutasyon derbaskirî û zû belav dibe li gel wan jî hatiye dîtin.

WHO diyar kir ku vîrûs çiqas belav bibe ewqas wê mutasyonê derbas bike û îşaret bi wê yekê kir ku vîrûs bi şêwazê xwe yê nû pir lez belav dibe.

Cara yekem ev şêwazê vîrûsê li Îngilistan û piştre li Komara Afrîkaya Başûr hatibû dîtin.

Îngilistan ji ber vîrûsê dinale

Ji ber vîrûsa mutasyon derbas kirî, li nexweşxaneyên Îngilistanê cih nemabûn û rêveberiya welat bang li gel kiribû ku dimalên xwe de bimînin.

Ghebreyesus, jî ji tevahiya welatan xwest ku di nava 100 rojan de hemû xebatkarên tenduristiyê û kesên di nava koma metirsiyê de ne werin derzîkirin.

Joe Biden derziya 2. a li dijî vîrûsê bikar anî

Li DYA jî xebatên derzîkirina li dijî vîrûsê didome.

Ev yek pir dereng pêk tê û di nava welat de dibe sedema hêrsbûnê.

Di vê navberê de serokê DYA yê hatî hilbijartin Joe Biden ku derziya yekem a li dijî vîrûsê di 21’ê Kanûnê de bikar aniyî doh li pêş kamereyan derziya 2. jî bikar anî.

Lubnan ji ber vîrûsê rewşa awerte radigihîne

Di vê navberê de Lubnanê ji ber vîrusê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Qedexe ji roja pêncşemê wê dest pê bike.

Back to top button