
Dozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a cara 795’emîn red kir.
Ji parêzerên Rêber Ocalan, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlum Dînç bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.
Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 795’emîn red kir.
Serlêdanên parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha her tim, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye”, “Koster xerabe ye”, “Koster di tamirê de ye” û “Rewşa Awarte heye” tê redkirin