Li pyatext Waşingtonê heta 24’ê Çile “rewşa lezgîn” hat ragihandin

Li Amerîka amadekariyên şer tê kirin yan jî dewirkirina erka serokatiyê tê kirin, nayê zanîn.
Lê ya ku tê zanîn, li welat tengaviyek zêde heye.
Ji ber vê yekê, li welat tevgerek zêde ya hêzên taybet tê dîtin.
Serokê DYA Donald Trump li ser hişyariya FBI ku dibe di dema merasîma dewirkirina erka serokatiyê de xwepêşandanên biçek pêk were, li paytext Waşingtonê heta 24 Çile rewşa lezgîn ragihand.

Serokê DYA Donald Trump wê 20’ê Çile erka serokatiyê dewrî Joe Biden bike.

Serokê Partiya Komarparêz Donald Trump yê di hilbijartina 3 Mijdarê de winda kirî, heta 6’ê Çileya 2021’an serkeftina Biden nepejirand.

Tevî nepejirandinê alîgirên xwe sor kir û berê wan da avahiya Kongreyê.

Vê yekê atmosfera şer û metirsiyê li nava welat belav kiribû.

Buroya Lêpirsînê ya Federal FBI hişyarî da ku dibe di merasîma dewirkirina serokatiya welat de tevî paytextê li 50 eyaletan xwepêşandanên biçek pêk werin.

Ji ber vê yekê Trump, heta 24’ê Çile rewşa lezgîn ragihand.

Di vê çarçoveyê de, ji Parêzvanên Netewî wê bi qasî 15 hezar leşker ji bo herêmê werin şandin.

Li Waşingtonê wê hinek cihên geştiyariyê werin rawestandin.

Joe Biden yê ku wê erka serokatiyê dewir bigre di daxuyaniya xwe ya li Delaware ya çapemeniyê de wiha got,

Wê merasîm di atmosfera kevneşopiya heyî de pêk were.

Ez ji sondxwarina ji derve natirsim.

Pence û Trump li Koşka Spî civiyan

Li aliyekî din li gorî agahiyên ji berpirsekî payebilind yê Koşka Spî doh Trump û Cîgirê wî Mike Pence li koşka Spî hevdîtinek pêk anîne.

Ev yek piştî wê hat ku Pence piştî bûyera 6’ê Çile digot, ew li gel Trump ne axiviye pêk hat.

Wekîlê wezîrê Parastina Hindir Wolf îstifa kir

Her wiha ji ber sorkirina Trump ya alîgirên xwe û bûyera êrîşa komarparêzan li ser Kongreyê Wekîlê Wezareta Parastina Hindir Chad Wolf yê ji partiya Trumpe ragihand ku wê îstifa bike.

Wê Wolf erkê xwe dwerî Pete Gaynor bike.

Beriya niha jî 2 wezîran ji erkê xwe îstifa kiribûn.

Back to top button